English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-31 [11:50 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li gundekî Bakûrê Kurdistanê, di navbera çavdêrên sindoqên dengdanê de şer derket, 2 kes hatin kuştin.

Piroseya dengdanê ya hilbijartinên serokên şaredariyan, endamên encumenên bajaran û muxtarên gundan li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê didome.

Li gorî medyaya Tirkiyê, qasekî beriya niha li gundê Bolunmez yê navçeya Puturge ya bajarê Meletî yê Bakûrê Kurdistanê, li ser sindoqa hilbijartina muxtarê gund di navbera çavdêran de şer derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de 2 çavdêr hatin kuştin û ew kesê ku ew çavdêr kuştibûn jî hat girtin.

Hêzên asayişê li nav gund de tedbîrên tund yên ewlehiyê girtin.

 





2668 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad