English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-31 [11:38 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li hinek deverên Bakûrê Kurdistanê, pisûlaeyên dengdanê û karmendên Komîsyona Hilbijartinan bi helîkopterên serbazî birin gundan.

Piroseya dengdanê ya hilbijartinên şaredariyan li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, ku îro danê sibê dest pê kiribû, didome.

Li gorî raporta ajansa Anadolu, li bajarên Diyarbekir û Sêrtê, pisûlayên dengdanê û karmendên Komîsyona Hilbijartinan bi hêceta nebûna ewlehiyê bi helîkopterên serbazî birin gundên bajarên Eroh, Perwarî û Şîrwan yên Sêrtê her wiha gundên bajarên Dîcle, Pasûr, Lîce û Hênê yên Diyarbekirê.

Piştî ku dengdan li wan gundan xilas bû dê sindoqên dengan û karmendên komîsyonê dîsa bi helîkopteran bibin navendên wan bajaran.





2725 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad