English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-31 [11:17 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Siyasetmedarekî navdar yê Rojavayê Kurdistanê dibêje, bi nemana DAIŞê re rewşa Sûriyê hestiyartir dibe.

Siyasetmearê kurd û serokê berê yê opozîsyona Sûriyê, Ebdulbasit Seyda ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, xilasbûna DAIŞê li Sûriyê nayê wateya xilasbûna terorê, ji ber ku ew rêxistin dikare taktîk û şêwazên êrişên xwe biguherîne û dîsa derkeve.

Ebdulbasit Seyda her wiha gotiye, xilasbûna DAIŞê li Sûriyê nayê wateya xilasbûna pirsgirêkan ji ber ku pirsgirêka Sûriyê, siyasî ye.

Wî siyasetmedarê Rojava daye xuyakirin ku xilasbûna DAIŞê rûdaneka girîng e lê piştî DAIŞê, rewşa Sûriyê hestiyartir dibe.

Li ser rewşa kurdan û siyaseta PYDê jî, Ebdulbasit Seyda gotiye, PYDê gelek xeletî kir û ji aliyê her kesî ve hat bikaranîn. PYDê ziyanek mezin gihand kurdan. Lê êdî ti çareya PYDê nîne û divê vegere rêkeftinên ku li Duhok û Hewlêrê bi çavdêriya Serok Barzanî de bi ENKSê re îmze kiribû. Ji ber siyaseta xelet ya PYDê, milyonek xelkê Rojava koçber bûn û hatin sirgûnkirin.

 





2698 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad