English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-29 [11:31 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêveberiya Çavkaniyên Avê ya Kerkûkê derbarê metirsiya lehiyê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da hatiye aşkerekirin ku li herêmên dikevin nêzîkî Çemê Zê metirsiya lehiyê heye.

Duhê êvarê pênçşemê 28.03. 2019an Rêveberiya Çavknaiyên Avê ya Kerkûkê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir rojên 30 û 31 mehê ji ber barîna bara zêde metirsî heye lehî li hin herêmên Kerkûkê rabe.

Herwiha di daxuyaniyê da hatiye gotin ji ber barîna barana zêde mimkune rêjeya ava Çemê Zê bilind bibe û ziarê bide bajarokê Pirdê, Dubiz û çend herêmên din ê Kerkûkê.

Di berdewamiya daxuyaniyê jî da amaje bi wê yekê hatiye kirin ku Bendava Dûkanê jî tijî bûye û divê hemwelatiyên nêzîkî çemê Zê ne ji wir derkevin lewre metirsiya lehiyê heye.





2287 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad