English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-29 [10:49 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Jiber bilindbûna ava Çemê Zêyê Biçûk Pira Derbendî Ranyayê ya bajarokên Pişder, Bitwên, Dûkan bi hev ve girê dide li ber rûxanê ye. Rêveberê Rêyên Raperînê Bextiyar Ehmed aşkere kir bi bilindbûna avê ra wê pir bê xwarê û ew ê pire dîsa çêkin.

Rêveberê Rêyên Raperînê got: “Her roj behsa metirsiya rûxîna Pira Derbendî ya Ranyayê tê kirin. Metirsî ji ber zêdebûna avê li ser pire çêbûye. Herwiha metirsî li ser nigên pire jî heye û pir gelekî lawaz bûye. “

Herwiha Ehmed da zanîn aniha 6 milyar metir sêcar av li bendava Dûkanê da heye û ew yek zirarê dide hemû pirên li wê herêêmê û nêzîkî 300 donim zeviyê cotkaran jî di bin avê da maye.

Ehmed di dawiya axaftina xwe da amaje bi wê yekê kir ku heta aniha wan 2 caran pir nû kiriye lê aniha ew nikarin ti nûjenkirinê di pire da bikin lewre ev rênade wan. Bi hatina demsala havînê wê pirê nû bikin.





2359 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad