Hewlêr (ZNA) - Berdevkê Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku, pêkanîna ezmûnên giştî yên pola12ê amadeyî û ezmûnên niştimanî yê pola 9ê bineretî di dema xwe de tê kirin û ti guhertin bi ser de nehatiye.
Berdevkê Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Sêweylî ragehand ku, ew dengoya behsa pêşxistin yan paşxistina dema pêkanîna ezmûnên giştî yên pola12ê amadeyî û ezmûnên niştimanî yê pola 9ê bineretî nerastin.
Wî berpirsî da zanîn ku, hemû xwendekaran yên herdu qonaxên 12ê amadeyî û 9ê bineretî piştrast dikin ku, ezmûn di dema xwe de tên kirin û ti guhertin bi ser de nehatiye.
2746 car hatiye dîtin |