English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-28 [03:15 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê fraksiyona PDKê aşkera kir bi îmzaya 68 parlamenteran ve projeyasaya sererast kirin û nûjen kirina yasaya serokatiya herêma Kurdistanê pêşkeşî serokatiya parlamentoyê hat kirin.

Serokê fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw di civîneke çapemeniyê de ragehand, li gor wê rêkeftina PDKê û Gorran û partî û aliyên din pêkanîne ya ji bo bilez pêkanîna hikûmetê û pêngavên çalak kirina saziya serokatiya herêma Kurdistanê bête pêş, ku di demekî nêzîk de piştî damezrandina wê jî pêngavên pêkanîna hikûmetê bên avêtin.

Herwaha got: ‘’Îro fraksiyona PDKê projeyasaya çalak kirina serokatiya herêma Kurdistanê û awayê helbijartina serokê herêmê bi îmzaya 68 parlamenteran ve ji serokatiya parlamentoyê re hat pêşkeş kirin û di 8 madeyan de hin sererast kirin hatine kirin.’’

Herwaha got, ku ew wek frakiyona PDKê daxwaz ji serokatiya parlamentoya Kurdistanê dikin, rêyên yasayî û li gor peyrewê gav bavêjin û di demekî zû de civîna parlamentoyê bo xwandina yekem a wê projeyasayê pêkbînin.

Umêd Xoşnaw got, dervey YNK, Yekgirtû, Komela Îslamî û Nifşê Nû hemû fraksiyonên din ên li parlamentoya Kurdistanê, îmzaya wan li ser proje yasayê heye û hejmara wan parlamenterên îmza kirine jî 68 kes in û desteya serokatiya parlamentoyê jî herçend îmza nekiribin jî piştevaniya projeyê dikin.

Umêd Xoşnaw got, projeyasa sê erkên wê hene ew jî waha ye:

- Çalak kirina saziya serokatiya herêma Kurdistanê

- Ragirtina wê yasaya ku desthilatên serokatiya herêma Kurdistanê li ser desthilatiyên din hatibûn dabeş kirin.

- Cure û awayê helbijartina serokê herêma Kurdistanê li gor yasaya hejmara 1 ya sala 2005ê ya herêma Kurdistanê, heta ku vê qonaxê de em dibin xwediyê destûrê, bo vê dema parlamentoyê. Û li gor proje yasayê serokê herêma Kurdistanê nav parlamentoya Kurdistanê de dê bê helbijartin.





2308 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad