English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-28 [02:23 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serok Barzanî pêşwaziya konsolê Rûsyayê li Hewlêrê kir.

Li gor malpera fermî ya serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja pêncşem 28.03.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Oleg Levin Konsolê Rûsya li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Rûsya li Hewlêr silavên Wezîr û Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsyayê bi Serok Barzanî gihand û ji bilî tekez kirina li ser peywendiya dîrokiya di navbera her dû aliyan û rola Barzaniyê Nemir li kûrkirina peywendiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Rûsya, pêgeha Herêma Kurdistanê ji bo welatê xwe bi girîng wesif kir û her wiha balkişand li ser daxwaza Rûsya ya li berfirehtir kirina peywendiyên di navbera her dû aliyan bi taybetî li warê ûze û enerjî û bînasazî û xwendin û çalakiyên kultûrî. Li beşekî dinê axaftina xwe de Konsolê Rûsya li Hewlêr rola gelê Kurdistanê li rûbirûbûna teror û tundiyê bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Wezîr û Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsyayê kir û pêzanînên xwe ji bo helwestên Hikûmeta Rûsya ya li ser doza gelê Kurdistanê hebû. Eve jî dûpat kir ku peywendiyên gelê Kurdistanê û Rûsya dîrokîne û li Kurdistanê daxwazeke zêde ji bo pêşxistina wan peywendiyan heye. Hêviya serkeftinê jî ji bo Konsolê Rûsya li karên wî de xwest. Di derbarê şerê terorê de Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku bi şanaziyê ve yekem hengav ya têkşikandina heybeta Da'îş li ser destê Pêşmergeyên Kurdistanê bûye.

Rewşa siyasiya navçeyê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda mijareke dinê vê civînê bûn.





2308 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad