English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-28 [12:42 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li pirofesorê kurd û xwedanê xelata “Nobela Matemaîtkê” Dr. Koçer Bîrkar kir.

Serok Barzanî îro li ofîsa xwe li Pîrmam, pêşwazî li bîrmend û pirofesorê kurd Dr. Koçer Bîrkar kir.

Di hevdîtinê de Barzanî pîrozbahî li Dr. Koçer Bîrkar kir û ragihand, Koçer Bîrkar cihê şanaziya hemû kurdan e û hêvî xwast ku kesên mîna Koçer Bîrkar di nav kurdan de zêde bibin.

Barzanî her wiha anî ziman, serkeftina Dr. Koçer Bîrkar nîşan dide ku eger firsend û derfet bo lawên kurd çêbibe, dikarin mîna lawên din yên cîhanê di warên cur bi cur yên zanistanê de serkeftinên mezin bi dest bînin.

Serok Barzanî piştevaniya xwe bo hewlên wî zanayê kurd di perwerdekirin û pêgihandina xwendekarên Kurdistanê de jî anî ziman û hêviya serkeftin û temendirêjiyê jê re xwast.

Dr. Koçer Bîrkar jî spasiya Serok Barzanî kir ku pêşwazî li wî kiriye, paşê behsa hinek piroje û pilanên xwe kir ku dixwaze li zankoya Selahedîn ya Hewlêrê bixe xizmeta xwendekaran.

Koçer Bîrkar duh bi merasimeka mezin, pileya doktoraya fexrî ya zankoya Selahedîna Hewlêrê wergirt.

Koçer Bîrkar par havînê, ji ber xebatên xwe yên di warê matematîkê de xelata “Fields”, ku wek “Nobela Matematîkê” tê zanîn, wergirtibû.





2269 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad