English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-28 [11:41 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Hemîd Efendî derbarê rewşa navbera PDKê û artêşa Iraqê de li Şingalê hişyarî da û ragehand ku, ‘’Ya giring ew e agirê şer nêzîkî me nekeve.’’

Hikûmeta Iraqê diyar dike ku ew bixwe dê erkê parastina Şingalê bigrin serxwe, vê yekê jî wek amajeyekî bo derxistina hêzên ser bi PKKê ya li sînorê Şingalê dibêjin. Berpirsê baskê Şingalê yê PDKê Qadir Qaçax ji BasNewsê re aşkera kir Bexdayê heta dawiya vê mehê molet daye PKKê.

Fermandarê hêzên Pêşmerge Hemîd Efendî ragehand, PKK bixwe ji her bûyerekî berpirse, ji ber ew danûstanên wan in li gel artêşa Iraqê. Êdî çawa rêkdikevin, ew dimîne ser wan bixwe. Ya giring ew e Pêşmerge li sînorê xwe ye û em naxwazin agirê şer bihête nêzîkî me.’’

Fermandarê Pêşmerge got: ‘’PKK guh nade ti aliyek û kesekî û her ji ber wê jî rewşa Şingalê xirab maye. Ji ber wê nayê zanîn di çend rojên pêş de dê bi çi mekanîzmayekî ve ew rewşa PKKê ya li Şingalê bê zelal kirin.’’





2338 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad