English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-28 [11:09 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Sererkanê berê yê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî dibêje, DAIŞê taktîka şerê xwe guheriye ji ber wê jî divê him Pêşmerge him jî artêşa Iraqê hişyar bin.

Sererkanê berê yê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî, ku di heman demê de pisporekî serbazî ye jî, li ser rewşa DAIŞê ji BasNewsê re got, DAIŞê derbên giran xwariye lê hîn bi temamî nehatiye tinekirin. DAIŞê taktîka şerê xwe guheriye, êdî mîna berê nikare şer bike ji ber wê jî şerê partîzanî dike.

General Babekir Zêbarî her wiha got, ji ber wê jî divê hêzên Iraqî û Pêşmerge hişyar bin, bi taybet niha ku pilanên wan yên hevbeş hene.

Wî fermandeyê serbazî behsa rewşa Mûsilê jî kir û got, divê haya hêzên Iraqî ji Mûsilê hebe ji ber ku hinek dixwazin rewşa Mûsilê aloztir bikin ev jî dibe firsendek bo DAIŞê. Rewşa Mûsilê bandorê li ser hemû Iraqê dike.

Li ser pêgeha serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî, Babekir Zêbarî got, Ebdulmehdî kesekî xwedan helwest e. Eger kar bike dikare Iraqê ji vê kirîzê xilas bike. Lê tirsa min heye ew jî dest ji kar berde!





2971 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad