English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-28 [10:38 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê desteya tûrîzmê ya Kurdistanê ragihand, di nav 10 rojan de 243 hezar tûrîst serdana Başûrê Kurdistanê kirine ku beşek mezin ji wan ji herêmên navîn yên Iraqê bûn.

Berdevkê desteya tûrîzmê ya Kurdistanê Nadir Rostî di daxuyaniyekê de got, ji roja 12 Adarê heta 22 Adarê, ku dike 10 roj, 243 hezar tûrîst serdana Başûrê Kurdistanê kirine.

Nadir Rostî her wiha got, %73 wan tûrîstan ji herêmên navîn yên Iraqê hatibûn, %16 ji wan ji Îranê, %6 ji wan ji Tirkiyê û yên din jî ji welatên din hatibûn Kurdistanê.

Wî berpirsê hikûmetê da zanîn, li gorî par îsal bi qasî %4 rêjeya tûrîstan zêde bûye.





3022 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad