Hewlêr (ZNA) - Berpirsekî PDKê dibêje, hewlên wan bo normalkirina rewşa bajarê Kerkûkê didomin.
Berdevkê liqa PDKê li Kerkûkê, Merîwan Celal ji BasNewsê re got, di navbera YNK û PDKê de rêkeftinek wiha heye ku her gava her du partî li ser pêkanîna hikûmetê li hev kirin wê çaxê dê li ser normalkirina rewşa Kerkûkê jî rêkeftinê bikin.
Merîwan Celal her wiha got, piştî pêkanîna hikûmetê dê şandeka hevbeş ya YNK û PDKê bo rewşa Kerkûkê serdana Bexdayê bike û bi rayedarên Iraqî re li ser wê mijarê hevdîtin bike.
Wî berpirsê PDKê anî ziman ku qesta PDKê ji normalkirina rewşa Kerkûkê ew e ku rêveberiya bajêr mîna berê sivîl bibe ne serbazî û dezgehên wê yên fermî dîsa dest bi karên xwe bikin.
3028 car hatiye dîtin |