English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-27 [11:56 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Şandeka hêzên hevpeymaniya dijî DAIŞê serdana “Goristana Nemiran” li devera Barzan kir.

Îro danê sibê şandeka hêzên hevpeymaniya dijî DAIŞê bi yawertiya fermandeyê Pêşmerge Sîrwan Barzanî çû ser Goristana Nemiran, ku mezelên Mela Mistefa Barzanî û Idris Barzanî tê de ne.

Şanda hevpeymaniya dijî DAIŞê ji efser û generalên Amerîkî, Almanî, Brîtanî, Mecaristanî, Finlendî û Îtalî pêk hatibû û ji aliyê berpirsê Goristana Nemiran, Xelat Barzanî ve hatin pêşwazîkirin. Paşê her yekê ji wan efseran tacegulek bi nûnertiya welatê xwe danîn ser Goristana Nemiran.

Piştî danîna tacegulan, fermandeyekî Pêşmerge spasiya şanda hevpeymaniyê kir ku serdana Goristana Nemiran kirine. Paşê endamekî şanda hevpeymaniyê pesnê Pêşmerge da ku di şerê DAIŞê de mêrxasiyên mezin kiriye û ragihand, ew serê xwe li hember xebat û fedakariyên Pêşmerge û şehîdên şerê DAIŞê diçemînin ku ne tenê bo Kurdistanê lê bo hemû Iraq û cîhanê nîşan dan ku dikarin DAIŞ û terorê bişkênin.

 





2335 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad