English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-27 [11:25 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Şandeyên PDKê û YNKê dê îro bicivin û gotûbêjê li ser dabeş kirina paye û erkên kabîneya nû bikin.

Biryare îro 27.03.2019ê şandeyên her du partiyan li binkeya polîtburoya YNKê ya li Silêmaniyê bicivin.

Mijara serekî ya civînê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye û li gor zanyariyên berdest, PDK û YNK dê rêkeftina dawiyê li ser dabeş kirina payeyên hikûmetê bikin, ku ji hev jî pir nêzîkbûne.

Malpera fermî ya YNKê amaje bi wê yekê kir ku şandeya wan her du partiyan di civîna îro de, dê heman ew şandeyên civîna berî naha bin û şandeya YNKê dê ji aliyê Îmad Ehmed ve serokatiya wê bê kirin.





2311 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad