English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-26 [12:15 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê polîtburoya PDKê aşkera kir partiya wan nizane YNK daxwaza çi dike û çend carekan guhertin di daxwazên xwe de pêkanîne.

Şêwirmendê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji Dengê Amerîkayê re ragehand, xelk ji bo wê beşdarî helbijartina dibe, ku hikûmetek pêkbê û xizmeta xelkê bike. Bi vê dîtinê ve PDK baş dibîne hemû alî çawa beşdarî helbijartinê bûn, bi wî awayî jî beşdarî di hikûmetê de bikin.

Herwaha got, PDK ser hemda xwe kar dike û tehemûla wê pir e. Ji ber wê hêvî xwest YNK û Komela Îslamî jî ku niyeta wan a beşdarbûna hikûmetê heye, wek Gorran di dema guncaw de biryar bidin û li gel PDKê rêkbikevin.

Arif Ruşdî pêwîst dît ku YNK û Gorran berî bi dawî hatina vê heyvê, biryara xwe bidin, k udi destpêka meha bê de hikûmetê pêkbê û yasayên pêwîst bên nûjen û hemaheng kirin.

Arif Ruşdî got: ‘’Bi nêrîna min dem êdî nayê dirêj kirin, ji ber destpêka vê mehê ve dê bibe 6 meh li ser helbijartinê re derbasbûne. Ev deme bo herêma Kurdistanê gelek zêde ye. Hêvîdarim hemû alî bigehin rêkeftinekî hemûaliyane ya pêkanîna hikûmetê.’’

Ruşdî got: ‘’Em tênagehin bi rastî YNK her carê daxwazên xwe diguhere. Bi nêrîna min ev yek nabe hebe, divê ew aliyên siyasî xwe zelal bikin.’’

Dawiyê de jî got, guhertina di daxwazên YNKê de ‘’Beşek ji wê ji ber pirsgirêk û milmilaneyên navxweyî yên nava partiyê de ne. Lê PDK dê heta ew sînorê ku derfet heye dê li benda YNKê be.’’





3157 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad