English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-26 [09:38 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Fermandarê Pêşmerge Emîd Rukîn Zatyar aşkere dike ku DAIŞê bi dawî nebûye û hîn li hin herêman kiryarên terorîstî encam didin. Herwia Zatyar da zanîn ku DAIŞê li sînorê Kerkûkê li Hewîceyê dîsa serî hildaye û mamosteyên ayînî li mezgeftan bo jinavbirina fikra DAIŞê roleka serekî bilîzîn.

Fermandarê Pêşmergeyên Yekîneya Lîwaya 3 Emîd Rûkîn Zatyar ji BasNewsê ra aşkere kir raste DAIŞ li Baxozê bi dawî bûye lêbelê DAIŞ li dorûbera Kerkûkê bihêz e. Herwiha DAIŞ li Hewîce, çiyayê Qereçox çalakiyên xwe didomîne. Zatyar behsa rola Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê jî da kir û got: “Ew rêxistin bi dawî nebûye û pêwîste hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê serngerên xwe xurttir bikin û ji sengerên xwe dernekevin.”

Herwiha fermandarê Pêşmerge Zatyar da zanîn ku DAIŞê beriya bi demekê kemîn li pêş Heşdî Şabî danîbû û wiha got: “Beriya bi demekê DAIŞê kemîn li ber Heşdî Şabî danîbû û hejmarek endamên Heşdî Şabî kuştin.Ji ber wê yekê ye DAIŞ bi dawî nebûye. Ew nema karin şerê fireh bikin êdî derbasî şerê partîzanî bûye, ji ber wê yekê jî di vê Pêşmerge amade be û sengerên xwe xurtir bike.

Herwiha Zatyar behsa rola mamosteyên ayînî dijî DAIŞê jî bi bîr xist û wiha got: “DAIŞ li Rûmadî, Hewîce dîsa serî hildide ji ber wê yekê divê mamosteyên ayînî di mizgeftan da dijî wê fikriyata DAIŞê rabin.”





2281 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad