English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-25 [01:36 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Endamê Serkirdayetiya PDKê Aras Heso Mîrxan vê mehê Serokê Herêma Kurdistanê û meha bê jî wê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê hilbijartin.

Aras Heso Mîrxan jdi daxuyaniyekê de got; “Em karê xwe dikin li aliyê din ji bo hilbijartina kabîneya nû dixebitin. Heta hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê em ranawestin. Serokê Hikûmetê piştî civîna ligel aliyên siyasî û di meha bê da wê bê damezirandin.”

Herwiha Mîrxan amaje bi wê yekê jî kir ku heta çend rojan wê serokê Herêma Kurdistanê bê hilbijartin û di meha bê jî da wê serokwezîrê nû bê hilbijartin.

 Di çarçoveya pêkanîna kabîneya nû PDKê ligel YNK û Goranê rêkeftinên siyasî îmze kirine. YNK daxwazê ji PDKê dike bo dabeşkirina postan jî rêkeftineke nû îmze bike.





2320 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad