English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-22 [02:29 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Rageşiyê di navbera PKKê û Artêşa Iraqê da gûr dibe. Ligor zanyariyan Artêşa Iraqê hêzeke mezin şandiye Iraqê.

Îro 22. 03. 2019an nûçegihanê Kurdistan24ê li Şengalê ragehandiye hêzeka pir çek a Artêşa Îraqê bi tank û zirîpoş û keresyên serbazî va gehiştiye nahiye ya Sinûnê li bakurê Şengalê.

Li gor zanyarî yên nûçegihanê Kurdistan24ê ew hêz bi armanca kontirolkirin a derazînk a sinûrî ya  Ûmdeban di navber a Iraq û Sûriyê gehiştîne wê deverê.

Xuya jî kir ku wê hêzê ragehandîye: “Ew bo sepandin a yasayê ber bi Sinûnê va hatîne û êdî rê nadin Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)desthilat li deverê hebe û kontirola xala sinûrî ya di navbera Iraqê û Sûriyê da bikin.

Ji roja 17.03.2019ê va li navçeya Um Dîban a ser sînorê Iraqê û Sûriyê şer û rageşî di navbera Artêşa Iraqê û PKKê da rû didin li gor zanyariyan heta aniha ji herdû aliyan herî kêm 10 kes hatine kuştin û çend otomobîlên serbazî yên Iraqê jî hatine şewitandin.

  





2410 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad