English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-22 [12:15 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêveberî Giştî yê Polîsê Hewlerê Ebdulxaliq Telet aşkere kir ku heta aniha li Hewlêrê bûyerek nexwazraw rûnaedaye daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku pêbendî yasayan bin û ji hêzên emnî ra bibin alîkar.

Rêveberê Lîwaya Mafperwerîya Giştî yê Polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet  ragihand:” Îro roja duyem a Newrozê ye û bernameya me gelekî baş bi rêve diçe. Heta aniha ti rûdaweke nexwazraw ne li nava Hewlêrê ne jî li derveyî Hewlêrê rû nedaye. Rûdaweka trafîkê jî pêk nehatiye.”

Herwiha Telet daxwaz ji xelkê kir ku îro û sibehê jî weke rojên din ê Newrozê hevkariyê bi hêzên emnî ra bikin û pêbendî yasayan bin. Telet da zanîn ku îsal weke salên berê xelk li jîngehê jî xwedî derdikeve û jîngehê qirêj nakin.





2425 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad