English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-22 [10:53 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber rûdawa li Mûsilê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da Herêma Kurdistanê ji ber rûdawa li Mûsilê şîn ragihand.

Îro înê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê karesata li Çemê Dîcleyê daxuyaniyek belav kir. Di peyama Hikumeta Herêm a Kurdistanê de hatîye: “Em xemgînî ya xwe radigehînîn bo karesat a can ji destdan a bi dehan kesan ji hemwelatîyên bajar ê Musilê ku duhî ji encam a wergerîna qayixekê di Çemê Dicleyê da rû da.

Herweha di wê peyamê de hatîye: “Me her di destpêka bûyerê de hemû dezgehên peywendîdar ê tenduristî û tengavîyan raspartin ku ber hewar a xelkê û birîndaran ve biherin û em bi awayekî berdewam çavdêrîya rewşê dikin. Ev jî em bi erkê nîştîmanî û birayînî ya hevpişk dizanîn.”

Di peyamê de hatîye jî: “Hikumet a Herêm a Kurdistanê pişikdar û hevpişka şênîya giştî ya Iraqêye û bi vê hilkeftê jî bizav û aheng  ên fermî yên cejn a Newrozê  diwestîne. Ji Xwedayê mezin dixwazin cihê qurbanyan behişta berfireh be û sebr û hedarîyê bide kesûkarên wan û hêvîya çakbûnê jî bo birîndaran dixwazin.”

 





2485 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad