English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-21 [10:22 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêwendiyeke telefonî de li gel parêzgarê Mûsilê sersaxî û hevxemiya xwe û gelê Kurdistanê derbarê bûyera bajarê Mûsilê ragehand.

Di pêwendiyek telefonî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji parêgarê Mûsilê re amadebûna dezgehên Herêma Kurdistanê di alîkariya lêqewimiyan de û çareserkirina birîndaran û her pêdawîstiyekê nîşanda û derbarê vê yekê herdu parêzgarên Duhok û Hewlêr raspartine bo her alîkariyekê ji xelkê Mûsilê re.

Ji aliyê xwe ve parêzgarê Mûsilê sipasiya hevxemî Nêçîrvan Barzanî û hikûmeta Herêmê kir û tekez kir ku, me ev hêvî ji serokwezîr û herêma Kurdistanê dikir.





2359 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad