English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-21 [09:20 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de sersaxiya malbatên qurbaniyên bûyera bajarê Mûsilê kir û alîkariya xwe û piştgiriya hemû dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşanda.

Îro di daxuyaniyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevxemî û sersaxiya malbatên qurbaniyên bûyera Mûsilê kir û got ku, xudayê mezin sebir û aramiyê bide ji malbatên wan qurbaniyan re bişîne û hêviya silametiyê ji rizgarbûyan re dixwain û hêvîdikin bûyerên wiha dubare nebin.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku, her di dema bûyerê ve em çavdêriya rewşê dikin û hemû dezgehên Herêma Kurdistanê hatine agehdarkirin ku, di amadebaşiyê de ne bo piştgirî û alîkarî û pêwazîkirina lêqewimiyan.

Îro Pênşemê li bajarê Mûsilê keşteyek noqî avê bû, di encam de 71 kes xeniqîn.





2323 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad