Hewlêr (ZNA) - Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbatên qurbaniyên bajarê Mûsilê kir.
Di peyama Serok Barzanî de wiha hat gotin: Bi xemgîniyeke mezin li roja pênşemê li bajarê Mûsilê keşteyek noqî ava Dclayê bû tê de hejmarek welatî bûne qurbanî.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: Ji ber vê boneya xemgîn serxweşiyê û hevxemiya xwe arasteyî malbatên qurbaniyan û hêviya sebir û aramiyê ji malbatên qurbaniyan kir, herwiha hêviya silametiyê ji birîndaran re dixwazin û hêviya dîtina wan kesên windabûyî dikim.
2410 car hatiye dîtin |