Hewlêr (ZNA) - Berpirsê ragehandina xalên sînorî yê Hacî Omeran Sîrwan Hesen ragehand ku, welatiyên Rojhilatê Kurdistanê Newrozê li başûrê Kurdistanê pîroz dikin.
Berpirsê ragehandina deriyê sînorî Hacî Omran Sîrwan Hesen ji malpera PDKê re ragehand ku. Di meha Adarê de hatina geştyarên Rojhilata Kurdistanê û Îranê bo Başûrê Kurdistanê bi rêjeya 30 ji sedî zêde dibe.
Wî berpirsî da zanîn ku, roja 15 Adarê heta 25ê Adarê bacê li ser hatina geştyaran radikin û amaje bi wê yekê kir ku, bi helkefta Newrozê rojane hezar û 500 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serdana başrê Kurdistanê dikin.
2497 car hatiye dîtin |