English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-20 [07:46 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta cejna Newrozê peyamek belav kir û mizgîniyên geşbûna Kurdistanê di warê aborî da da.

Nêçîrvan Barzanî bi helkefta cejna Newrozê peyameka vîdyoyî belav kir. Naveroka peyamê wiha ye:

“Birêzan, xweştivî û Kurdistaniyên ezîz

Ev dema we baş û Newroza we pîroz be

Bi helkevta hatina sersala nû ya Kurdî û cejna Newrozê, ez pîrozbahiyên herî xweşik li tevahiya gelê Kurdistanê dikim.

Ez pîrozbahiyê li we dikim bi helkevta bidawîbûna demsala sermayê û buhara rengîn, di vê rojê de Kurdistan, bi çiya û dol û deştên xwe ve kesk dibe û berê xwe didî her cihekê, xweza di rûyê mirov de dikene.

Hêvîdarim geşî û xweşî bi ser dilê yek bi yekê hevwelatiyên Kurdistanê de jî were, û rengvedan (refleksyon) bi ser doza me ya siyasî û rewşa aborî û civakî û hemû rûyên din ên jiyana we yên xweştivî de hebe.

Hûn ên xweştivî piştrast bin ku bêhnfirehî û xweragirî û miyanrewî, yekane rêya gihîştin bi armancan e, Kurdistan di vê heyamê de careke din berê xwe dide xêr û xweşiyê, rewşa aborî ber bi başbûnê ve ye, em dê behsa wan babetan di demeke nêzîk a pêşerojê de bikin, lê ya ku îro di vê helkevta xweş a Newrozê de behsa vê dikim, kultura pêkvejiyan û lêborîn û tifaq û hezkirin û hewla nehêlana tundiyê ye, ku Newroz ji bingeh ve xwedî û hilgirê vê kulturê ye.

Hûn bixwe dizanin wek encameke asayî ji bo hemû rewşên xirab ên dîrokî, komek derencamên nexweş û nerênî çê dibin, me hemûyan dît ku Kurdistan di komek aloziyan re derbas bû, weke şerê DAIŞê û awarebûna bi sedan hezar xelkê ber bi Herêma Kurdistanê ve, kêmbûna dahat û xirabbûna rewşa aborî bi sedema qutkirina bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê û daketina nirxê petrolê, ku her yek ji van bi awayên corbicor bandor li jiyana xelkê kirin û bi taybetî ji aliyê darayî û derûnî (psykolojî) ve bandorek xirab li pey xwe hiştine.

Rojane em dibînin û dibihîsin ku corek alozî û tundî di reftara hinek ji xelkê de, ji ber şerê DAIŞê û qeyrana aborî çê bûne, ne merc e jî ku tundî tenê kar û kiryarên xuya wek lêdan an bikaranîna çek be, belku guhnedana bi erkê li ser mil, an bêrêzî di pêwendiyên civakî de, yan guhnedana bi nirx û nerîtên (adetên) giştî, yan bêvîjdanî di muameleyên kirrîn û firotinê de ye, ji bilî wan tiştan, li hinek cihan corek ji tundî û zivirbûnê di rûyê karmendên fermî de xuya bûye, yan ajovan li cadeyan, yan di tevlibûn û pêwendiyên civakî de, ew hemû encamên asayî yên wan rewşan in ku hatin serê Herêma Kurdistanê, lê belê divê nemînin.

Newroz e, divê ji îro ve em dest bikin bi arambûnê, şerê me yê berevaniyê li hember hovîtiya DAIŞê, bi serkeftinê bi dawî bû, vejîna rewşa aborî jî dest pê kir û ber bi asayîbûnê ve pêngavan davêje.

Daxwaz ji dayik û bavan dikim, bêtir ji caran haydarî reftara zarokên xwe bin, li gel wan bi nermî tevbigerin û wan fêrî aramî û nermiya di reftarê de bikin, agahdarî tendirustiya wan bin û ji bo xwendin û werzişê wan han bidin, herwiha rêveberên dezgehên fermî baştir binpêkariyan kontrol bikin.

Daxwaz dikim ku karmendên dezgehên asayişê di bersivdayînê de nermtir bin, min îro hilbijart ji bo wan têbînî û balkişandinan, ji ber ku cejn e, Newroz cejneke xweş a Kurdistanê ye, herwiha demsala buharê, pêkenînê geşbûna dil û derûn e.

Ew rojên cejna Newrozê, rojên derbaskirina rûpelên kevn û vekirina rûpelên nû ne, daxwazê ji we dikim ku hemû alî awirê li biratî, tifaq û hezkirinê bidin. Divê hemû alî aram bibin, divê em hemû ji hev hez bikin, daxwaz ji we hemûyan jî dikim ku rêzê li xwezayê bigirin û jîngeha Kurdistanê paqij bihêlin, di vê roja pîroz de ku cejn û sersala me ye, cejna serkeftin û vêxistina mexşela azadiyê ye, cejnê li malbatên şehîdan pîroz dikim, cejnê li xwedî pêdiviyên taybet û birîndarên şerê DAIŞê pîroz dikim, cejnê li wan xûşk û birayan pîroz dikim ku her yek bi corekê bûne qurbanî, bi taybet xûşkên me yên Êzidî, cejnê li tevahiya pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê pîroz dikim, pîrozbahiyê li jin û afretên Kurdistanê dikim, li mamostayan, li lawan û qotabî û xwenekaran dikim, pîrozbahiyê li partî û aliyan dikim, pîrozbahiyê li zanayên ayînî û rewşenbîran dikim, divê hûn pêkve kar bikin ji bo ku Kurdistan serbikeve û hemû rojên me bibin xweşî û buhar û Newroz.

Pîrozbahiyê li pêşmerge û zêrevanî û asayiş û polîs û polîsê hawarçûnê dikim, pîrozbahiyê li fermanberên hikûmetê û karmendên kerta taybet dikim, pîrozbahiyê li cotkaran, li koçer û revend û xelkên bajar û gundan dikim, pîrozbahiyê li Kurdistaniyên dûr ji welat dikim, û herwiha pîrozbahiyê li parlamenteran û wezîran û parêzgaran û rêveberên fermangehên Kurdistanê dikim.

Cejnê li yek bi yekê xelkê Kurdistanê û nîştecihên wê yên birêz pîroz dikim, tevî xwedî mal û yên wan kesan jî ku li vir mêvan in û beşdariyê di cejnê de dikin, pîrozbahiyê li aware û penaberan dikim.

Di rojek wek îro de dubare dikim, merca me ev e ku Kurdistan serkeve, me rêyeke dûr û dirêj derbas kiriye û kêm maye, me gellek qurbanî dane û divê em bigihin roja xwe, em çawan ku ji xwe re bexteweriyê dixwazin, ji xelkê din re jî heman hêviyê dikin, bi taybetî ji bo gelê Iraqê yê bira, Herêma Kurdistanê wek bira beşeke rasteqîn ji Iraqê ye û destûra welat biryara wê yekê daye.

Di vê helkevtê de ku Newroz li Iraqê cejneke fermî ye, daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikim ku alîkar be daku gelê Iraqê di biratiya xwe û gelê Kurdistanê de serkeve.

Cejnê li hemû gelê Iraqê pîroz dikim, bi hemû bajar û bajarok û gundên wê ve, cejnê li hemû netewa Kurd û gelên cîranên gelê Kurdistanê pîroz dikim, em li benda wê rojê ne ku tepeserkirina gelê Kurd bi temamî raweste û hemû alî bi mafdarî û wekhevî û biratî û tifaqê bi hev re bijîn.

Pîrozbahiyê li gelên navçeyê û hemû wan gelan dikim, ku cejna Newrozê digêrin, dubare pîrozbahî û silav li hemû aliyekê, mala we ava be û her bitifaq û serkevtî bin.”





2575 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad