English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-20 [03:55 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna Newrozê peyamek belav kir û ragihand, bila Newroz tenê bi xwendina peyaman neyê pîrozkirin.

Mesrûr Barzanî bi helkefta Newrozê, peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

“Bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala Kurdî germtirîn pîrozbahîyên xwe pêşkêşî malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê dikim û hêvî dikim rojên cejnê di rewşeke aram û tijî ji xweşî derbas bikin.

Yadên nîştimanî û netewî ji wan jî Newroz fakterekî bibandor ya prosesa binyatnana nîştiman û netewî ye. Jiber vê çendê hêvî dikim, bibîr anîna ev boneyên nîştimanî, ev çarçoveyên kilêşeyî yaku tenê xwendina peyam û pîrozbahiyane derbas bikin, bîranîna bêyî naverok, girîngiya boneyên nîştimanî bêreng dike û di encam de ev boneyên dîrokî girîngiya xwe ji dest didin.

Pêwîst e hîmayên nîştimanî fakterên bihêztir kirina hestên nîştimanperwerî bin û henderên me bin daku rexmê tevahiya cudatiyan bo xizmet kirina nîştimanê yek bigirin û bi yek rêzî û kom kirina karînên xwe bir bi pêşerojeke geş, pêşkeftin û geşe kirina zêdetir ve gav bavêjin.

Dilsozî bo nîştiman lazime di piratîkê me de rengê xwe nîşan bide, jiber vê çendê di dema ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de hêvî dikim tevahiya aliyan kêşe û berejwendiyên xwe yên taybetî bixin aliyekê taku bihev re destkeftên xwe zêdetir bikin, şaştiyên xwe rast bikin û xizmeteke hêjatir pêşkêşî gel û nîştimana xwe bikin.

Mesrûr Barzanî

20.3.2019”





2338 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad