English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-20 [02:33 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Newrozê peyamek belav kir û ragihand, Kurdistan derbasî qonaxeka nû bûye.

Îro 20 Adarê, dawî roja zivistanê û destpêka bihar û Newrozê ye. Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir û Newroz li hemû gelê kurd pîroz kir. Peyama Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Bi helkefta cejna neteweyî ya Newrozê û hatina bihar û nûbûna xweza û sirûştê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemwelatiyên xweşdivî yên Kurdistanê û malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşer û niştimanperwerên Kurdistanê dikim.

Newroz ji bo gelê Kurdistanê herdem mizgîniya destpêkekî nû û hêviyeke nû û serkeftin li ser sitemkaran û dijwariyan da bûye. Xelkê Kurdistanê di heyama salên derbasbûyî de di şerê dijî terorîstan û li beranber zulma neyaran û kêşe û qeyranê xweragir bûne û ew xweragiriya wan cihê rêzê ye. Cihê xwe ye li vê helkefta neteweyî da daxwaz ji hemû aliyan bikim wekî wefayek ji bo xwîna şehîdan û qehremaniya Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê, pêşkeftin û parastina Kurdistanê bikin ewlewiyeta karên xwe. Niha qonaxekî din e li jiyana gelê Kurdistanê da û pêwîstiyên vê qonaxê wiha dixwaze ku em berev avakirina Kurdistaneka bihêz û geş gav bavêjin ku li rastiyê da her eve jî daxwaza rastîn ya hemû hemwelatiyên Kurdistane û pêwîst e rêz li wê îradeyê bê girtin. Ji ber ku ew azadî û destkeftên niha hene berhema xwîna şehîdan û xweragiriya xelkê Kurdistanê ye.

Li vê helkeftê da em tekez li ser parastina çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera pêkhatên Kurdistanê dikin û hêviya kûrtirbûna wê çanda bi biha ya gelê Kurdistanê dixwazin. Ji bilî spasiyên min ên ji bo zehmet û keda hêzên Polîs û Asayîşê ya li xizmetkirina xelkê û dabînkirina asayîşê li cejn û helkeftan da daxwazê ji hemû hemwelatiyên xweşdivî dikim parastina jîngehê û xweşikiya welatê me bi erkê xwe yê serekî bizanin.

Hêvîdarim Newroza îsal bibe destpêkek ji bo bexteweriya hemû xelkê Kurdistanê û hêvî dikim vê Newrozê û hemû cejnê din jî bi şadî û di bexteweriyê de pîroz bikin.

Newroza we pîroz û di xêr û xweşiyê da bimînin.

Mesûd Barzanî

20.03.2019”





2359 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad