Hewlêr (ZNA) - Berpirsekî Partiya Şûî ya Kurdistanê ragihand, partiyên Kurdistanî dê li agirê Newrozê li ser kelha Kerkûkê vêxin û alaya Kurdistanê jî bilind bikin.
Berpirsê Partiya Şûî ya Kurdistanê li Kerkûkê, Bextiyar Mihemed got emê îro êvarê li ser kelha Kerkûkê agirê Newrozê vêxin û alaya Kurdistanê jî bilind bikin.
Bextiyar Mihemed her wiha got, tevahiya partiyên siyasî ji bilî PDKê, dê beşdarî wê merasimê bibin.
Li ser wergirtina mohletê jî wî berpirsê Partiya Şûî got, hêzên Iraqî bi devkî razî bûne lê me bi fermî daxwaza mohletê ji parêzgarê Kerkûkê nekiriye.
2458 car hatiye dîtin |