English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-20 [11:41 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyekî kongreya Amerîkayê kir.

Li gor malpera fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 19.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaz li şandeyeke balaya Kongiresa Amerîkayê bi serokatiya kongrêsman Jon Garmandi kir.

Şandeya mêvan rola pêşmerge, hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê da, pêşwazî, hewandin û parastina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bilind nirxand û hevkarî û hevbeşiya hemû aliyan bi hokarê serkeftina bi ser terorê da zanî û li hember pêşveçûna têkeliyên Hewlêr û Bexdayê kêfxweşiya xwe nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkariyên berdewamên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistan û Îraqê bi taybetî di rewşên dijwar da, di warê leşkerî û însanî da, kir. Serokwezîr got ku têkeliyên Hewlêr û Bexdayê pêşde çûne û piştevaniya xwe ji bo kabîneya Serokwezî Adil Abdulmehdî û çareserkirina hemû prsgirêkan bi rêya diyalogê diyar kir.

Her du aliyan tekîd li ser rola hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeymana navdewletî li Îraqê kir û bi pêwîstî zanî di vê demê de ji bona vegeranidna aramiyê û rûbirûbûna metirsiya careke din serhildanan terorê ew hêz bimînin. Giringiya hevbeşiya navbera Îraq û Amerîkayê da, qonaxa piştî şerê DAIŞÊ. Vegeryana koçber û penaberan bo ser mal û warênx wan, avakirina deverên ji ber şer hatine wêran kirin û piştevaniya civaka navdewletî di vî warî da di civînê da hatin gotûbêj kirin.

Rola jinan di rêvebirina welat da bi pêwîstî hat zanîn û di vî warî da, Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re behsa gav û pirograma hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê parastin û pêşvebirina rewşa jinan û beşdariya wan ya aktîv di saziyên hikûmdariyê da kir.





2263 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad