English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-20 [11:09 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Çekdarên opozîsyona Sûrî yên bi ser Tirkiyê ve, gefan li xelkên devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dixwin, û soz didin ku her kesê cejna Newrozl pîroz bike, dê were girtin.

Jêderekî xwecihî ji navçeya Reco ji BasNewsê re eşkere kir ku girûpa çekdar ( Firqeya Nehan) a bi fermandariya (Ebû Mehmûd El-xotanî) xelkên gundê Maseka yê navçeya Recoyê, li meydana gund komkirin û hişyarî da wan ku divê bi ti awayî pîrozbahiyên Newrozê nekin û gefa girtinê li wan xwar.

Wî jêderî destnîşan kir ku li qor wan çekdaran çê nabe agirê Newroz li ser çiyan û herweha di hundirê mala de jî, bête pêxistin, û her kesê ku pêgiriyê bi fermanên wan neke dê werin revandin.

Herweha wê jêderî tekez kir ku ew çekdarên îslamîst dibînin ku cejna Newroz ya kafir û Mecûsiyan e, û çênabe musilman wê cejnê pîroz bikin!

Ji alîkî din ve, encûmenên xwecihî yên bi ser Tirkiyê ve, di 15ê Adarê de, daxuyaniyeke hevbeş bi îmzekirina heft encûmenên ku li deverê kar dikin derxistin, tê de hatina cejna Newrozê li xelkê pîrozkirin û daxwazî li xelkên Efrînê kirin ku pîrozbahiyên cemawerî yên mezin lidar nexin û tenê berên xwe bidin sirûşt û cejna xwe pîroz bikin, herweha wan encûmena rojên 20 û 21ê Adarê weke bêhnvedana fermî destnîşankirin, ango kar li hemî dezgehan were betlane kirin.

Lê piştî bi du rojan, encûmenên navborî, di bin fişar û gefên çekdaran de, ji biryara xwe paş de çûn, daxuyanî ji malperên fermî hate rakirin, pişt re encûmena navçeya Mabeta ya xwecihî daxuyaniyek nû, bi zimanên Erebî û Tirkî belav kir û tê de xuya kir ku di rojên Newrozê de, kar li hemî dezgehên deverê berdewam dike û herweha qedexeya çalakiyan bi boneya Newrozê qedexe kir.

Tê bibîrxistin ku çekdarên grubên îslamî( Artêşa Azad) di yekemîn roja dagîrkirina devera Efrînê de, li 18ê Adara 2018an, peykerê Kawayê Hesinkar rûxandin, rastiya xwe bi dijmintiya çand, bawerî û dîroka gelê kurd re dan eşkerekirin.





2320 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad