English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-20 [10:38 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê dewletê yê Brîtanya yê karûbarên Rojhilata Navîn Alistair Burt, pêşhateyên dawiyê yên peyvendiyên Pêşmerge û hêzên Iraqê yên li gel hêzên hevpeymaniya navnetewî gotûbêj kirin.

Vê derbarê de şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: ‘’Îro peyvendiyekî telefonî min li gel wezîrê dewletê yê Brîtanyayê yê karûbarên Rojhilata Navîn Alistair Burt pêkanî, behsa giringiya berdewambûna hevpeymaniya navnetewî ya çaksazî û perwerde û pirçek kirina hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê me kir, ku bi awayekî em hêzên xwe kombikin bo dijî teror û herwaha hewldanên me bo seqamgiriya bihêztir be.’’





2377 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad