English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-20 [09:36 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Îro Serok Barzanî li gel kesayet û nûnerên devera Zumarê civiya.

Li gor malpera fermî ya serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatî dayîn waha ye:

Roja sêşem 19.03.2019 Serok Mesûd Barzanî bi mebesta guftûgokirina li ser kêşe û giriftên navçeya Zûmar, li gel kesayetî û rihspî û nûnerên pêkhatan û cemawer û nîştecihên devera Zûmar civiya.

Li vê civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyên civînê kir û li gotara xwe de balkişand li ser qurbanîdan û xweragiriya cemawerê devera Zûmar li beranber êrîşa terorîstan û êrîşa nehezan li salên derbasbûyî û di derbarê girîngiya navçeya Zûmar li şerê terorîstan ragihand ku kilîla şikesta Da'îş li Zûmar bû û têkşikandina terorîstên Da'îş li Zûmar ve destpêkir. Serok Barzanî pesnê çanda pêkvejiyana wê navçeyê kir û ragihand ku cihê xweşhaliye ku terorîst û nehezan nekarîn çanda pêkvejiyana wê navçeyê têk bidin. Tekez jî kir ku nakokiya siyasî ya li gel desthilat û hikûmetan nabê bibê sedema nakokiya di navbera netewe û olan.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ji bilî balkişandina êrîşa terorê tekez li wê yekê kir ku çanda pêkvejiyanê baştirîn çeke ji bo ji navbirina hizra tundî û terorê û wê yekê jî xisterû ku pêwîste fikra terorê ji binî ve bê rakirina û li Kurdistanê da em hemû li mirovbûnê da birane û cûdahiya neteweyî û olî ne kêşeye, nirxandina mirov jî li ser bingeha reftarên wane neku bîr û baweriyê.

Di derbarê çarenûsa navçeyên maddeya 140 jî Serok Barzanî wê yekê ragihand ku eger hatiba û destûr bihata bi cîhkirin niha rewşa Iraqê bi awayeke baştir dibû û bi pêwîst jî zanî ku maddeya 140 bi tefahum û aştiyê de bê bi cîhkirin. Tekez jî li wê yekê kir ku her hewlek ji bo sepandina rastiyek ku berevajiya cografya û dîrok û rewşa civakiya navçeyan bê giriftan kûrtir dike û nayê qebulkirin.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî behsa rewşa siyasiya Iraqê û rûdanên piştî referandûmê kir û wê yekê dûpat kir ku piştî hilbijartinên Iraqê qonaxekî din hatiye holê û hemû aliyek hewl didin ku sûd ji wan keşeyên erênî werbigrîn ji bo bi cîhkirina prensîpên birayetî û pêkvejiyan û nehiştina terorê.

Li beşekî dinê vê civînê de amadevanan re û dîtin û pêşniyarên xwe ji bo çareserkirina kêşeyên nîştecihên navçeyê bi Serok Barzanî gihand û Serok Barzanî jî li berçav girtina vê rewşa erêniye ku li peywendiyên di navbera Herêm û Bexda de hatiye holê. Her wiha şîret û şîroveyên pêwîst ya ji bo çareserkirina giriftan û baştirbûna rewşa xelkê devera Zûmar xisterû.

 





2311 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad