English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-19 [03:53 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Civîna navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêzên Hevpeyman pêkhat û lijneya asayîşa encûmena nûnerên Iraqê dibêje Hêzên Hevpeyman dixwazin rola Pêşmerge zêdetir bikin.

Di asta bilind de Hêzên Hevpeyman û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê destpêka vê heftiyê civînek pêkanîn û vê derbarê de endamê lijneya asayiş û navxweyî ya encûmenê Nasir Yusif ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hêzên Hevpeyman baş têgeheştine ku rewşa ewlehiya Iraqê bi tenê bi hêzên Iraqê ve nayê parastin, ji ber wê jî pêwîstiya wan bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye. Ji bo wê jî Hêzên Hevpeyman dixwazin hemahengiya zêdetir di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Hevpeymanan de ava bikin, bi taybet jî li navçeyên cîhên nakokî li ser.’’

Wî parlamenterî got: ‘’Ew hemahengiya zêdetir wek pêwîstî, piştî ku DAIŞ li hin cîha dubare dest bi çalakiyan kir û li wan navçeyane bûne metirsî bo ewlehiya Iraqê giringiya wê derdikeve pêş.’’

Herwaha got: ‘’Civîn di asta bilind de dê berdewam bin.’’





2242 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad