English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-19 [03:32 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Şandeyên PDKê û YNKê piştî bi dawî hatina civîna xwe ragehandin ku civîna wan serkeftî bûye û diyar kirin ku piştî bêhnvedana Newrozê dê guftûgoyên xwe berdewam bikin.

Berdevkê YNKê Letîf Şêx Omer di civîneke çapemeniyê ya piştî hevdîtina şandeyên PDKê û YNKê de ragehand: ‘’Pêş çavê me ronî ye û civînên me dê berdewam be û înşala emê bigehin armanca xwe.’’

Herwaha endamê şandeya PDKê Dilşad Şehab jî spasiya pêşwaziya YNKê kir û ragehand: ‘’Civîna me yek ji civînên serkeftîbû. Bi başî behs li ser tercûmeya rêkeftina siyasî û pêkve karkirinê hate kirin û pêngavên baş hatin avêtin.’’

Herwaha got: ‘’Dibe naha em hemû li benda encaman bin, yan jî li ser paye axaftinê bikin. Lê prose dê berdewam bike û piştî cejna Newrozê guftûgoyên me dê berdewam bikin.’’





2308 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad