English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-19 [11:30 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Biryare îro 19.03.2019ê PDK û YNK, derbarê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de bicivin û rêveberê YNKê jî ragehand, bernameya civînê bicîhanîn naveroka rêkeftina siyasî ya her du aliyan e.

Endamê rêveberiya YNKê Ednan Heme Mîna di daxuyaniyekê de ragehand: ‘’Îro şandeya danûstankar a YNKê û PDKê dê li Silêmaniyê bicivin û civîn bo bicîhanîn xalên ku YNK û PDKê li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li ser rêkeftine ye.’’

Herwaha got, her du partî ‘’Ji ber wê rêkeftin pêkanîne ku bikarin jiyana xelkê xweş bikin’’ û ragehand: ‘’Emê hewldanên xwe bidin ku di vê kabîneya nû de bê cudayî xizmeta hemwelatiyan bikin.’’

Ednan Heme Mîna got, YNK û PDK wek du partiyên serekî bê yek nikarin desthilata vê Kurdistanê rêvebibin. Em jî vê dizanin û xelk jî vê rastiyê baş dizane. Ji ber vê em dixwazin di vê civîna îro de bi cîdî biaxivin û behsa rêkeftinê bikin, ku em bikarin xizmeta xelkê Kurdistanê bikin.’’





2314 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad