English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-19 [10:27 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêveberê payebilind ê Tevgera Gorran got hêvîdarim berî ev mehe dawî bibe yasaya serokatiya herêma Kurdistanê bê çalak kirin û demekî zû de kabîneya nû ya hikûmetê ava bibe.

Îro 19.03.2019ê endamê xaneya raperandina Gorran Mihemed Tofîq Rehîm di hevpeyvînekê de got: ‘’Vê heyamê dê careke din guftûgo li gel birayên YNKê û PDKê destpê bikin û hêvîdarim her du alî bigehin armancekî û biryar bidin ku hikûmeta herêma Kurdistanê zû bê ava kirin. ‘’

Herwaha got, li gor wan giringe her sê alî bigehin encamê û hikûmetê pêkbînin, ku bikarin li ser bernayekî rêkeftinê bikin.

Derbarê pirsa gelo Gorran eger YNK razî nebe, dê beşdarî proseya çalak kirina serokatiya herêma Kurdistanê bike yan na, rêveberê Gorran got: ‘’Hîn biryar li ser nehatiye dayîn. Lê birayên me li parlamentoyê di hemû rûniştinan de amade bûn û li gor min divê ew jî biçin. Em nizanin YNK dê amade be yan na. Lê divê bê kirin, ji ber bê wê hikûmet pêknayê.’’

Mihemed Tofîq Rehîm ji Dengê Amerîka re got ew wek Gorran, ‘’Rola erênî’’ dilîzin, ji ber ‘’Pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê û kabîneya nû pêkbê, ku em li ser rêkeftine û divê dest bi bicîhanîna wê bê kirin. ji ber ev di berjewendiya gel de ye.’’

Dawiyê de jî pirs ji endamê Gorran hat kirin ku gelo dê serokatiya herêma Kurdistanê bê çalak kirin û hikûmet dê pêkbê yan na? Mihemed Tofîq Rehîm got: ‘’Em hêvîdarin berî dawiya vê mehê temam bibe, li ser ti egerekî axaftin tineye. Em dibêjin pêwîste hikûmetekî binke fireh bê pêkanîn û hemû aliyên din jî beşdar bin. Taybet jî sê aliyên wek PDK, YNK û Gorran.’’





2248 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad