English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-18 [02:53 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Polîsê Hewlêrê ragihand, komek dizên otomobîlan li Hewlêrê hatin girtin.

Berdevkê polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ji K24 re gotiye, di nav du rojên borî de hêzên wan bi alîkariya hêzên asayişê karîn 4 kesan bigirin ku karê wan dizîna otomobîlan bû.

Hogir Ezîz daye zanîn, wan kesan li wê yekê mukir hatine ku 5 otomobîl dizîne û birine derveyî Herêma Kurdistanê bi nirxeka erzan firotine.

Wî efserê polîs daye xuyakirin ku ew niha hewl didin wan otomobîlan bibînin û ji xwedanên wan re vegerînin.

Li gorî agahiyên berdevkê polîsê Hewlêrê, ew tohmetbar demek kurt beriya niha li Hewlêrê akincî bûne.





2326 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad