English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-18 [11:49 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê, hunermendekî navdar yê kurd canê xwe ji dest da.

Duh êvarê li Koye, hunermendê kurd Serdar Ehmed canê xwe ji dest da.

Îro termê wî hunermendî li goristana Kekon ya bajêr hat veşartin. Di merasima veşartina termê wî de gelek hunermend û xelkê bajêr beşdar bûn.

Hunermend Serdar Ehmed sala 1945 li bajarê Koye ji dayîk bibû. Endam û damezrênerê tîma hunerî ya Bawaca Koye bû. Wî hunermendî, bilûrvanî û neyjenî dikir.

Beriya niha Serdar Ehmed ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Sendîkaya Hunermendan ya Kurdistanê ve hatibû xelatkirin.





2212 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad