English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-18 [10:46 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan ya Kurdistanê ragihand, ew kurdên êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin yan jî termê wan di nav gorên bi kom de tên derxistin, wek şehîd tên hesibandin.

Wekîlê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan ya Kurdistanê, Berevan Hemdî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, roja 15 vê mehê me dest bi vekirina gorên bi kom li devera Şingalê kir. Yekemîn gora bi kom li gundê Koço yê Şingalê hat vekirin û heta niha jî xilas nebûye.

Berevan Hemdî her wiha gotiye, piştî vebûna wê gorê xilas bû emê dest bi vekirina gorên din bikin. Bi giştî li Koço 6 gorên bi kom hene.

Wekîlê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan daye zanîn, ji xwe ew kurdên êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin, şehîd tên hesibandin. Hikûmeta Kurdistanê û Bexdayê li ser wê jî li hev kirine ku ew termên ku di gorên bi kom de tên derxistin û yên êzîdiyan bin, ew jî wek şehîd tên hesibandin û malbatên wan tên qerebûkirin û ji wan re mûçe tê girêdan.

Wî rayedarê hikûmeta Kurdistanê her wiha ragihandiye, ji ber ku devera Şingal girêdayî parêzgeha Mûsilê ye ji ber wê jî mafên malbatên şehîdên Şingalê dê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve were dayîn. Lê ew deverên ku girêdayî Herêma Kurdistanê ne, dê mafên şehîdan wan deveran ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve were dabînkirin.

Gundê Koço, gundekî biçûk yê Şingalê ye ku 23 km dûrî bajarê Şingalê ye. Beriya ku rastî êrişa DAIŞê were, ji 340 malbatan pêk dihat. Çekdarên DAIŞê nêzîkî 520 zilam û 510 jinên gund kuştin û revandin û di nav gorên bi kom de veşartin.





2146 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad