English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-18 [10:15 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Ji ber barîna zêde ya baranê, bendava Duhokê tijî bû û dikan û cihên tûrîstî yên li geliyê Duhokê de di bin avê de man.

Li Kurdistanê ev çend roj in baran berdewam dibare ji ber wê jî li gelek cihan lehî rabûye, gelek bendav tijî bûne. Yek ji wan bendavan jî bendava Duhokê ye ku ji ber barîna zêde ya baranê tijî bûye.

Berpirsê bendava Duhokê, Feysel Nûrî ji BasNewsê re got, bendava Duhokê tijî bûye ji ber wê jî em neçar in ava zêde vala bikin, ev jî dibe sebeba derketina hinek pirsgirêkan.

Feysel Nûrî her wiha got, yek ji wan pirsgirêkan ew e ku dema em ava bendavê berdidin ew dikan û kafeyên tûrîstî yên ku di bintara bendavê de û li nav gelî de hatine çêkirin, di bin avê de dimînin û ziyan digihê wan.

Heysem Bamernî, ku kazînoya wî li nav geliyê Duhokê de ye, ji BasNewsê re got, kazînoya min di bin avê de maye û ziyanek mezin gihandîye min. Bila hikûmeta hevkariya me bike em vê pirsgirêkê çareser bikin.

 





2593 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad