English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-17 [11:50 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî aşkere kir divê ew kar ji bo dewlemendtirkirina çavkanîyen dahata Herêma Kurdistanê bikin

Îro 17. 03. 2019an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di pêşangeha geştiyariyê ya Rojhilata Navîn a 2019an li Hewlêrê axavtinek kir. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî aşkere kir komelgeha Kurdistanê ya mirovdost hertim ji xweşî û aramiyê hez dike. 

Herwiha Serokwezîr Barzanî destnîşan kir çend herêmên geştîyariyê yên balkêş li Herêma Kurdistanê hene.  Herwiha tenê ew pişta xwe nedin dahata neftê û çavkaniyên xwezayî û ji bo dewlementirkirina dahatên Kurdistanê kar bikin û berê xwe bidin bihêzkirina geştiyariyê.

Herwiha Barzanî aşkere jî kir ji ber şerê rêxistina terorê ya DAIŞê, nehatina bûdçeya Herêma Kurdistanê, wan nekariyê xizmetê ji bo geştiyariyê bikin. Lewre heger ew kêşe nebûna wê Herêma Kurdistanê bo pêşxistina geştiyariyê xizmetên baş bikira.





2464 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad