English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-17 [10:49 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li Hewlêrê pêşangeha Rojhilata Navîn a geştyariyê (Turizm) bi amadebûna serokê berhemanîn û nûnerên şîrketan ve hat vekirin.

Îro 17.03.2019ê bi amadebûna serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşangeha Rojhilata Navîn a geştyariyên ku taybete bo berhemanîna sektora geştyariyê li Hewlêrê hat vekirin.

Ew pêşangeh heta 19.03.2019ê berdewam dibe, rojane jî demjimêr 10:00ê sibehê vekiriye, heta 19:00ê êvari.

Wezîra şarewanî û geştyariyê ya hikûmeta herêma Kurdistanê Newroz Mewlûd jî di gotara xwe de ragehand, herçend salên borî de şerê DAIŞê û krîzan tevgera geştyariyê asteng jî kir, lê di demekî kurt de di vê sektorê de zindîbûn çêbû û bandorekî giring li ser zindîbûnekî lez a aboriya herêmê çêkir.

Herwaha Newroz Mewlûd got, di sala 2016ê de milyonek û 600 hezar geştyar hatin herêma Kurdistanê û salane jî zêdetir dibe. Ji ber wê emê kar bikin îsal hejmara geştyaran bigehînin sê milyonan û derbastir bikin.





2374 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad