English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-17 [10:23 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Parlementerê PDKê li Parlementoya Kurdistanê Hêvîdar Ehmed aşkere kir heger PDK û hizbên din ji pêkanîna hikûmetê dûr bikevin û ji YNKê ra bêjin fermo hikûmetê damezirînê YNK di nava 8 salan jî da nikare hikûmetê ava bike.

Parlemeterê PDKê li Parlementoya Kurdistanê di derbarê avakrina hikûmetê ji BasNewsê ra axivî. Ehmed got: “YNK di navbera xwe da ne yekdest e. PDKê 7/12/2018an da ligel YNKê civîya. Aniha dibêjşn hikûmeta 50/50 em naxwazin. Lêbelê em di serokatiya Herêma Kurdistanê, serokatiya hikûmetê, wezareta darayî, dezgehên emnî yên din hevbeş in. Ewqas kursiyên YNKê tunene ku daxwaza hevbeşyê dike.Lewre xelkê Kurdistanê ew çend deng nedane YNKê.”

Herwiha Ehmed got: “YNK wisa tevdigere ku wê 45 kursî û PDKê jî 21 kursî bidest xistine. Lewre PDK daxwaza postan lê dike. Ne maqul e YNK wisa tevbigere.”

Herwiha Ehmed aşkere kir heger PDK û hizbên din ji pêkanîna hikûmetê dûr bikevin û ji YNKê ra bêjin fermo hikûmetê damezirînê YNK di nava 8 salan jî da nikare hikûmetê ava bike. Lewre wê YNK din ava xwe da şerê postan bike.





2422 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad