English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-15 [10:47 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi minasebata 31 salîya komkujîya Helebçeyê daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîyê da hatîye gotin ku bi qedexeyên li zimanê kurdî û qebûlnekirina welatê kurdan û milletê kurdî, îradeya gelê Kurdistanê feraseta komkujîya Helebçeyê dewam dike.

Di daxuyanîyê da amaje bi kîmyabarana serokê rejima Beasê Seddam Hisên a ser Helebçeyê hatîye kirin û wiha hatîye gotin: “31 Sal berê di roja 16ê Adara 1988an de li Helebçeya Başûrê Kurdistanê rejîma Seddam Huseyinî, bi bombe barana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn.

Li Helebçeyê ne bes 5000 hezar mirov; lê wîcdane mirohîyê jî şehîd ketibû.

Ev ne bes qirêjîya Seddam Huseyin ê faşîst û dîktator bû; herweha şerm û lekeyeke bû li ênîya mirovahîyê jî.

Di dema jenosîda Helebçeyê de mixabin hemû dewletên herêmê û yên cihana Erebî , Yekitîya Sowyetan, Japonya, Çîn, Dewletên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bêdeng man û çavên xwe ji vê jenosîdê re girtin.”

Piştî 31 salên jenosîda Helepçeyê, gelê Kurdistanê hîna jî tûşî komkujî, qetlîam , kuştin, neheqî û wêranîyan dibe. Belê, Jenosîda Helebçeyê îro jî bi binpê kirin û tune hesibandina  îradeya gelê Kurdistanê  berdewam e.

Di beşekî din ê daxuyanîyê da amaje bi wê yekê hatîye kirin ku dewletên dagirkerên Kurdistanê bo rêliber azadîya kurdan bigirin hevkarîyê bi hev ra dikin û hêzên navdewletî jî ji vê yekê ra bêdeng in.

Komkujîya Heleçbçeyê hatîye şermezarkirin û wiha hatîye gotin: “Tirkîye, Îranê, Iraq û Sûrîye, ji bo ku miletê Kurd, gelê Kurdistanê tu maf û azadîyan bi dest nexe, ji bo ku li tu derê statuyeke sîyasî bi dest nexe, bi plan û stratejîyên pir alî , hevkarîya xwe didomînin.

Dewletên mezin yên cîhanê jî, çawa ku çavên xwe ji jenosîda Helebçeyê girtibûn, îro jî gelek caran çavên xwe ji êrîş û planên van her çar dewletan digirin.Dermanê kewandina birînan jî, dermanê geş kirina doza azadîya Kurdistanê jî, tifaqeke li ser esasê hişmendî, sîyaset û bîr û bawerîyeke netewî û niştimanî ye. Emê vê birîna xwe ya dîrokî ya bêtifaqêyê jî bi tifaq û hişmendîya netewî bipêçin û emê miheqeq bi serkevin.

Em di 31yemîn salvegera jenosîda Helebçeyê de, vê jenosîdê careke din rûreş dikin.”

 





2419 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad