Hewlêr (ZNA) - Li devera Şêxan ya Duhokê di rûdaneka tirafîkê de 2 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Berdevkê polîsê tirafîka Duhokê Azad Taha ji BasNewsê re got, îro li nêzîkî bajarokê Şêxanê û li ser rêka Duhok-Şêxanê, du otomobîl li hev ketin.
Azad Taha da zanîn, di wê rûdanê de 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneya Duhokê tên dermankirin.
2554 car hatiye dîtin |