English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-14 [01:41 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed amaje bi wê yekê dike ku dê serokatiya herêma Kurdistanê bê çalak kirin û piştre li gel aliyan li ofîsa destûrî ya herêmê di yasayê de guhertin dê bê kirin û dibêje, emê hewl bidin civîneke din pêkbînin, ku em pêşiya xwe bibînin û kabîneya nû zûtir bê ava kirin.

Mehmûd Mihemed îro 14.03.2019ê di daxuyaniyeke ji malpera fermî ya partiya xwe ragahend, ‘’Tişta ku naha li pêş me, çalak kirina yasaya serokatiya herêmê û diyar kirina serokê herêmê û nav anîn û teklif kirina serokê kabîneya nehemîn (9) e, bo pêkanîna kabîneya nû.

Herwaha got: ‘’Me civîn kir û bi aşkerayî axaftin kir. Pêwîstiya wan jî bi vê bû, ku biçin û civînê bikin û di nav xwe de li ser wan pêşneyar û nêrînên me û nêrînên wan ên hebûn, herwaha ew rêkeftina me ya li gel Tevgera Gorran me pêkanîbû, helsengandinê li ser bikin, piştre me agahdar bikin, ku di demekî herî zû de em li gel bikarin civîneke din bikin.’’

Mehmûd Mihemed got, em hewl didin civîneke din bikin, ku bikarin kabîneya nû di demekî herî zû de ava bikin.

Herwaha diyar kir: ‘’Serokatiya herêma Kurdistanê dê bê çalak kirin, herwaha serokê herêmê dê bê helbijartin. Piştre ew cudayiya nêrîn û ramanên PDKê û aliyên din li ser yasaya serokatiyê ya heye, pêkve hemû alî emê bixin dema nivîsandina destûra herêma Kurdistanê. Li wê derê desthilat û çawaniya helbijartina serokê herêmê dikare bê gengeşe kirin û bê diyar kirin. Ango serok dê çawa bê helbijartin û desthilatên wî çi bin.’’





2326 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad