English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-14 [01:07 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê û şandeya li gel civiya.

Îro 14.03.2019ê Nêçirvan Barzanî li gel cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê Sedat Unal û şandeya li gel civiya û peyvendiyên her du aliyan hat gotûbêj kirin.

Hevdîtinê de şandeya mêvan keyfxweşiya xwe ji bo serdana herêma Kurdistanê diyar kirin û pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kirin, ku ji ber namzedê serokê herêma Kurdistanê ye û hêvî xwestin ku di demekî nêzîk de kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê pêkbê. Herwaha amaje bi peyvendiyên kevin ve yên dostane ên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê kirin û amadebûna welatê xwe ya ji bo pêşxistina zêdetir a peyvendiyan, di hemû waran de nîşan dan û bi taybet ji warê aborî û bazirganî de.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya serdana şandeya mêvan kir û hêviya serkeftinê ji ber erkê wî yê nû ji Unal re xwast ku wek cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê dest bi kar bûye û diyar kir herêma Kurdistanê berdewam dixwaze xwedî peyvendiyên baş be li gel cîranên xwe û bi taybet jî Tirkiye, ku di demên zehmet de alîkar û piştevanê herêma Kurdistanê bûye. Herwaha amadebûna herêma Kurdistanê ya ji bo pêşde birina zêdetir a peyvendiyên hemû aliyan de û bi taybet jî di warên aborî û bazirganî de diyar kir.

Di beşeke din ê axaftina xwe de jî Barzanî behsa peyvendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir ku vê dawiyê li gel serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çend pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser dibin û ji bo çareseriya pirsên din jî amadebûna herêma Kurdistanê ya ji bo destpê kirina dîalogên cidî nîşan da. Herwah rola welatên dost a di vê derbarê de jî wek pêwîstiyek zanî.

Guftûgo kirina rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û çend babetên girêdayî bi peyvendiyên dualî jî aliyeke din ê hevdîtinê bûn.

More4EmailLinkedInTelegramTwitterFacebook





2191 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad