English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-14 [11:06 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsekî PDKê li Kerkûkê dibêje, livîna DAIŞê li derdora Kerkûkê zêde bûye û terorîstên DAIŞê bi eşkere digerin!

Endamê encumena serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Hêriş Cebarî ji BasNewsê re got, livîna DAIŞê li derdora Kerkûkê zêde bûye, sebeba wê jî ew e ku hêzên Pêşmerge li wir nemane. Wextê Pêşmerge li wir bûn Kerkûk aram bû û terorîstên DAIŞê nikarîbûn wisa bi eşkere bigerin.

Hêriş Cebarî her wiha got, terorîstên DAIŞê bi taybet li deverên Daqûq, Leylan û Dubis zêde bûne û çi bixwazin dikin, ti kes jî pêşiya wan nagire!

Wî berpirsê PDKê hişyarî da û got, eger ev rewşa wisa bidome wê çaxê em dikarin bajarê Kerkûkê jî di bin tehdîda DAIŞê de ye û divê tedbîr bên girtin.





2494 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad