English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-14 [10:35 AM]

Hewlêr (ZNA) -


116 sal bi ser ji dayîkbûna rêberê nemir yê bizava rizgarîxwaza gelê kurd Mela Mistefa Barzanî re derbas dibe.

Îro 14 Adarê, sed û şazedehemîn salvegera ji dayîkbûna Mela Mistefa Barzanî ye. Mela Mistefa Barzanî roja 14 Adara sala 1903 li gundê Barzanî li Başûrê Kurdistanê ji dayîk bû. gava Mela Mistefa sê salî bû, ew û malbata xwe ketin ber xezeba dewleta Osmanî. Ji ber wê jî ew û birayê we Şêx Ebdulselam Barzanî û dayka xwe 9 mehan hatin girtin.

Mela Mistefa sala 1919 beşdarî şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd dibe. Şêx Mehmûd wî dike fermandeyê 300 çekdaran. Sala 1920, Şêx Ehmedê Mela Mistefa dişîne ba Şêx Seîdê Pîran li Kurdistana Bakûr da ku haya wan ji hev hebe.

Mela Mistefa ji sala 1931 heta 1932 li eniya Mêrgesor-Şêrwan bi fermandehiya hêzek mezin li hember hêzên Înglîz şer dike. Di wî şerî de mêrxasî û navbanga wî derdikeve û tê naskirin.

Sala 1932 hikûmeta wê demê ya Iraqê bi alîkariya hêzên Înglîz êrişî hêzên kurd yên li devera Barzan dikin ku wê çaxê di bin serkirdetiya Şêx Ehmed Barzanî de bû. Piştî ku Şêx Ehmed ji aliyê dijmin ve tê girtin, Mela Mistefa dikeve şûna birayê xwe û dibe pêşeng. Sala 1936 hikûmeta Iraqê efûya giştî derxist ji ber wê jî ji wê demê heta sala 1943, hêzên Pêşmerge tevahiya şer û çalakiyên xwe yên serbazî dan sekinandin. Sala 1943 dîsa şer û xebat bi serkirdetiya Mela Mistefa Barzanî dest pê kir.

Mela Mistefa Barzanî, karî ew firsend û derfetên ku ji ber şerê cîhanî yê duyem hatibû pêş, bikar bîne û dîsa vegere zêda xwe. Dema vegeriya Barzan, pêwendiyên xwe bi hikûmeta Iraqê re qut kir û guh neda hikûmeta lawaz ya Iraqê. Wê çaxê hikûmeta Iraqê daxwaz dikir Pêşmerge êdî şer neke lê Mela Mistefa ew daxwazî red kir. Lê hikûmeta Iraqê rijd bû li ser wê yekê, ji ber wê jî Mela Mistefa çend şert danî pêşiya hikûmeta Iraqê, hikûmetê jî qebûl kir. Bi wî rengî, çend efserên kurd bi serkirdetiya wezîrekî kurd dest bi birêvebirina deverên kurdan kirin. Wan efser û wezîrê kurd, yekser fermanên xwe ji Mela Mistefa werdigirtin ne ji hikûmeta Iraqê. Hejmara pêşmergeyan derket 2500 û êdî ew dever bi temamî ji bin kontrola hikûmeta Iraqê derket û ket destê hêzên Pêşmerge.

Piştî sal û nîvê, hikûmeta Iraqê êrişî devera Barzan kir, ew şer heta sala 1945 berdewam bû lê paşê hêzên Pêşmerge paşde vekişiyan û li navçeya Kanî Reş li ser sînorê Tirkiyê bicîh bûn. Piştî demekî derbasî Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Mehabadê bûn.

Mela Mistefa Barzanî, di Komara Kurdistanê (Mehabad) de wek fermandeyê artêşa Kurdistanê hat destnîşankirin û pileya “generaltiyê” wergirt.

Piştî şikestina Komara Kurdistanê, Mela Mistefa Barzanî bi komek hevalên xwe ve çûn Sovyetê û piştî 12 salan dîsa vegeriyan Kurdistanê. Lê dema dîst hikûmeta Iraqê wê demê ya Iraqê ew sozên ku dane kurdan, naxwaze bicîh bîne, Îlona 1961 dest bi xebat û şoreşê kir. Berhema wê şoreşê rêkeftina 11 Adara 1970 bû ku bi qasî serxwebûnê bi qîmet bû, ji ber ku otonomîya kulturî dida kurdan. Lê ew rêkeftin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hat binpêkirin û bi rêkeftina sala 1975 ya Îran û Iraqê, şoreşa Îlonê temirî.

Mela Mistefa Barzanî, roja 29 Îona sala 1971, ji hewleka terorkirinê rizgar bû. Pilana terorkirina Mela Mistefa ji aliyê berpirsê îstixbarata wê demê ya Iraqê Nazim Gizaz ve hatibû danîn.

Mela Mistefa Barzanî, sala 1975 nexweş dikeve ji ber wê jî diçe Amerîka. Piştî 4 salan wefat dike, termê wî destpêkê li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê tê veşartin lê piştî ku Başûr rizgar bû, termê wî li zêda wî li Barzan hat veşartin.





2314 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad